Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Daxuyanîyekê Derbarê 'Operasyona Hêrsa Dastanî' Belav Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê Operasyona Hêrsa Dastanî (Epic Fury) li dijî rejîma Îranê bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump destpê kiriye.

CENTCOM di daxuyanîyekê de got ku Hêzên Amerîkî û hevkar dest bi roja Şemîyê zû "dest bi lêdana armancan kirin, bi mebesta hilweşandina dezgeha ewlekarîyê ya rejîma Îranê û pêşdana cihên ku nûnertîya metirsîyeke demûdest dikin."

Di nav armancan de, fermandarîya Pasdarên Şoreşa Îslamî, navendên kontrolê, şiyanên berevanîya esmanî yên Îranî, cihên avêtina mûşek û dronan û balafirgehên leşkerî hene, li gor CENTCOM.

"Serok ferman kiryareke wêrek da, û leşkerên me yên wêrek, Deryavan û Firokvan û marînz û pasevanên me bersiva wê bangê didin," Adm. Brad Cooper, Fermandarê CENTCOM got.

CENTCOM herwiha got ku piştî pêla destpêkê ya êrîşên Amerîkî û hevparan, hêzên Amerîkayê bi serkeftî li dijî bi sedan êrîşên mûşek û balafirên bêmirov ên Îranê parastin. Ti raport li ser kuştî û birîndarên Amerîkî tunene. Ziyanên li ser bingeh û sazîyên Amerîkayê kêm bû û bandor li operasyonan nekir.

Di demjimêrên pêşîn ên operasyonê de êrîş jierd, esman û deryayê hatin kirin. Wekî din, Hêza Peywirê ya CENTCOM'ê, Scorpion Strike, cara yekem di şer de balafirên bêmirov ên êrîşê yên yekalî yên erzan bikar anîn.

Operasyona Hêrsa Dastanî bi hebûna herî mezin ya hêza leşkerî ya Amerîkî li herêmê di nifşekî de pêk tê.

XS
SM
MD
LG