Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje Sê Leşkerên Amerîkî Hatine Kuştin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku sê leşkerên Amerîkayî hatine kuştin û pênc jî bi giranî birîndar bûne, wekî beşek ji Operasyona Hêrsa Dastanî ya li dijî rejîma Îranê.

CENTCOM di daxuyanîyekê de îro Yekşemê got ku çend leşkerên din jî rastî birînên sivik hatine û niha di prosesa vegera ser erkê xw de ne. CENTCOM herwiha da zanîn ku operasyonên şer berdewam dikin û bersiva artêşa Amerîkayê jî didome.

Artêşa Amerîkayê got ku wekî rêzgirtin li malbatên leşkerên kuştî, piştî ku ew werin agahdarkirin bi 24 demjimêran, hingê dê nasnameya wan were eşkerekirin.

XS
SM
MD
LG