Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Roja Sêyem li Pey Hev Êrîşî Îranê Dike

U.S. Completes Strikes in Response to Iran’s Attack on Apache (CENTCOM)
U.S. Completes Strikes in Response to Iran’s Attack on Apache (CENTCOM)

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Duşemê pêleke din a êrîşên dijî Îranê ragihand.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 4:45’ê piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê, bi fermana Fermandarê Giştî, dest bi êrîşa sêyemîn a li pey hev li dijî Îranê kir.”

“Ev êrîş dê berdewam bin da ku lêçûnên giran li ser hêzên Îranê çêbikin û şîyana wan a êrîşkirina sivîlên bêguneh û keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê kêm bikin,” CENTCOM’ê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump demekê berê îro hişyarî dabû ku Washington dê bi tundî li Îranê bide.

Serok Trump got ku Amerîka dê Çîyayê Pîkaksê, ku li nêzîkî Natanzê, bingeha dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê ye, ji holê rake.

This item is part of
XS
SM
MD
LG