Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Roja Dehan li Pey Hev Êrîşî Îranê Dike

Smoke rises from explosions at an unknown location, following what U.S. Central Command (CENTCOM) said were strikes on Iran in response to an Iranian drone strike on a cargo ship in the Strait of Hormuz

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Duşemê ragihand ku wê dest bi pêleke din êrîşên dijî Îranê kiriye.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 4’ê piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, bi fermana Fermandarê Giştî, hêzên Amerîkî dest bi êrîşên nû yên esmanî li dijî Îranê kir.”

CENTCOM’ê anî ziman ku “Ev êrîş dibin ji bo têkbirina şîyanên leşkerî yên Îranê ku êrîşî keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê de dikin.”

Îranê di çend rojên dawî de êrîşên dron û mûşekan birine ser Herêma Kurdistanê, Urdun û welatên Kendavê û di encama van êrîşan de sê serbazên Amerîkî hatine kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê hişyarîyeke tund da Îranê û ragihand ku “her cara ku Îran serbazekî Amerîkayê bikuje, dê çend qatan zêdetir baca wê bide.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG