Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Êrîşên Amerîka Dijî Daişê li Sûrîyê Didomin

Wêne: CENTCOM
Wêne: CENTCOM

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku ev pênc êrîş dijî armancên Daişê di navbera 27ê Çileyê û 2ê Sibatê de li seranaserê Sûrîyê pêk aîne, li vê dema ku hêzên hevpar givaştinê ji bo piştrastkirina tunekirina rêxistina terorîst didomînin.

Hêzên Amerîkayî bingeheke peywendîyên Daişê wêran kirin, ligel hinek cihên lojistîk û embarên çekan.

Fermandarê CENTCOM, Brad Cooper, got “Armanckirina van bingehan nîşana rijdîya me ya berdewam e da ku Daiş careke din venegere.”

Cooper herwiha got, “Operasyon bi hevkarîya hêzên koalisyonê ligel hêzên hevpar hate kirin, bo misogerkirina tunekirina Daişê da ku Amerîka û herêm û tevahîya cîhanê ewletir be.”

Operasyona Êrîşa Çavê Baz li meha 12 sala 2025an bi hevkarîya hêzên Amerîka û hevparan destpê kir.

Operasyon weku bersivdana êrîş a 13 meha 12 sala 2025an dijî hêzên Amerîkayî û Sûrî bû. Di êrîşê de du leşkerên Amerîkayî û wergerekî sivîl hatin kuştin.

Piştî du mehan ji oprasyonan, pirtir ji 50 teroristên Daişê hatine kuştin yan girtin. CENCOM dibêje ku di 16ê Çileyê de Bîlal Hesen el Casim di êrîşekê de li bakurê rojavayê Sûrîyê hate kuştin.

XS
SM
MD
LG