Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Hevparîyeke Nû ligel Îmaratê di Warê Hişberîya Çêkirî de Ragihand

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Sêşemê ragihand ku wê bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) re li ser avakirina yekem hêza erkê ya dualî gihiştîye rêkeftinê.

CENTCOM di daxuyanîyekê de got ku armanca vê hêzê pêşvebirina hişberîya çêkirî (AI) di warê îstîxbarata leşkerî û ewlehîya elektronî û parastina binesazîyan de.

Fermandarê CENTCOM'ê Admîral Brad Cooper got ku ev pêngav "qonaxeke dîrokî di çarçoveya hevkarîya me ya bi yek ji hevkarên me yên herêmî yên herî jêhatî de ye, bi armanca lezkirina gihandina teknolojîyên herî nû yên hişberîya çêkirî bo hêzên me yên leşkerî."

Tê plankirin ku karên hêza bi navê "Task Force Talon Synapse'" di hefteyên pêş de bi fermî bê destpêkirin û Ebû Dabî dê bibe navenda vê hêzê. Herwiha dê nêzîkî 20 pisporên Amerîkî û Îmaratî yên ku di warên AI, analîzkirina daneyan û ewlehîya elektronî de şareza ne di nav vê hêzê de bixebitin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG