Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) ragihand ku artêşa Amerîka sibeha îro Çarşemê dijî Îranê pêleke êrîşan pêk anîye.
CENTCOM’ê dîyar kir ku pêla êrîşên dijî Îranê sibeha îro (15 Tîrmeh) seat 6’an hatîye destpêkirin û saet 7:30ê sibê bi dema rojhilatê Amerîkayê hatite temamkirin.
Fermandarîyê eşkere kir ku di pêla êrîşên 90 deqîqeyî de, wan li sîstemên berevanîya beravî, depo û cihên avêtina mûşekên krûz ên li Girava Tunba Mezin bi cebilxaneyên hesas xistine.
“Êrîşan kanîna Îranê ya êrîşkirina keştîyên bazirganî yên li Tengava Hormuzê bêtir qesl kir,” CENTCOM’ê li ser X’ê got.
CENTCOM’ê vîdyoyekî ji êrîşên îro jî parve kir.
Di daxuyanîyeke cuda ya serê sîbehê de, CENTCOM’ê armanca êrîşan wek lawazkirina kanînên leşkerî yên ku hêzên Îranî di êrîşên li Tengava Hormuzê de bi kar tînîn dîyar kir.
“Êrîş kanînên leşkerî armanc dikin, yên ku hêzên Îranî jibo êrîşkirina keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê de,” CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got.
Fermandarîyê duh şev jî ragihandibû ku wê roja Sêşemê dîjî Îranê pelekê êrîşan ya bi heft seatan pêk anîye û wan li nêzîkî Tengava Hormuz û heremên beravê yên Îranê bi dehan armancên leşkerî xistine.
CENTCOM’ê eşkere kir ku di wan êrîşan de, bi firokeyên şer, dron û keştîyên deryayî yên Amerîkî cûrbecûr cihên leşkerî yên Îranê hatine armanckirin da ku kanînên wan werin têkbirin.
Fermandarîyê di daxuyanîya xwe ya ser X’de bal kişand ku erîşên roja Seşême di heman rojê de-roja ku Washingtonê dîjî Îranê dorpêça deryayî jinû ve ragihand, hatine destpêkirin.
“Dorpeç îro di saet 4’ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîka de ket merîyetê. Hêzên Amerîkî rewşa xwe ya bi hişyar, bi heza xwe lêxistinê amade ne ku operasyonên ku ji hêla Fermandarê Giştî ve têne femdan dayîn, pêk bînin,” CENTCOM’ê got.