Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Bo Dorpêçê û Projeya Azadîyê Hêzên Xwe Çalak Dike

Keştîya Abraham Lincoln li avên deryayî yên herêma Rojhilata Navîn
Keştîya Abraham Lincoln li avên deryayî yên herêma Rojhilata Navîn

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) peyamên cuda ser çalakîyên yekîne û hêzên deryayî yên Amerîkayê li avên deryayî diweşîne û dibêje ku "Leşker li ser keştîya USS Tripoli (LHA 7) ji bircên kontrolê çavdêrîya operasyonên firînê dikin dema ku keştî li Deryaya Erebî digere."

CENTCOM îro Sêşemê di platforma X'ê de da zanîn ku keştîyên şer û balafirên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin dorpêça deryayî ya li dijî Îranê di heman demê de Projeya Azadîyê pêk tînin da ku piştgirîya geştên azad ên keştîyên bazirganîyê bi rêya Tengava Hormuzê bi aramî derbas bikin.

"Balafirên şer ên F-16 ên Hêza Esamnî ya Amerîkî di nav zêdetirî 100 balafirên li erdê û di avên deryayî de ne, piştgirîyê didin Projeya Azadîyê," CENTCOM got.

CENTCOM diyar kir ku ev platformên şer ên pêşketî alîkarîya parastina hêzên Amerîkî û keştîyên barhilgir yên bazirganî dikin.

Li alîyekî din, keştîya USS Abraham Lincoln (CVN 72) li herêmê çalak e û cureyên cuda yên balafirên cengê ji ser keştîyê firînan pêk tînin, bi hêzdarî kontrola xwe didomînin û dorpêç û projeya azadîyê piştgirî dikin.

CENTCOM herwiha ragihand ku heştîya USS George H.W. Bush jî di Deryaya Erebî re derbas bû, di demekê de ku hêzên Amerîkî bicihanîna dorpêçê didomînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG