Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USS Abraham Lincoln ji Rojhilata Navîn Vedigere California

FILE PHOTO: USS Abraham Lincoln supports Operation Epic Fury
FILE PHOTO: USS Abraham Lincoln supports Operation Epic Fury

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, CENTCOM, ragihand ku keştiya balafiran a leşkerî USS Abraham Lincoln roja Pêncşemê piştî qedandina erkeke ku wê wekî dîrokî li Rojhilata Navîn binav kir, vegeriya wîlayeta California.

CENTCOM li ser platforma Xê got ku zêdetirî 5 hezar leşkerên Hêza Deryayî û Marînên Amerîkayê beşdarî vê erkê bûn û bi hezaran firînên şer pêk anîn. Di dema erkê de jî USS Abraham Lincoln zêdetirî 90 hezar mîlên deryayî rêwîtî kir.

Di daxuyanîyeke din de, CENTCOM ragihand ku roja Pncşemê 8ê Cotmehê, bi berpirsên navneteweyî yên veguhastina deryayî re li ser rewşa Tengava Hormuzê civîneke bi rêya on-line pêk anî.

Di civînê de, bal hat kişandin bo ser parastina azadiya derbasbûna keştiyan, nemaze ku rêwîtîya keştiyên bazirganî li herêmê zêde dibe.

Fermandarê CENTCOMê, Admiral Brad Cooper, spasiya berpirsên deryayî û saziyên hikûmeta Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wan. Wî herwiha behsa qurbaniyên ekîbên sivîl ên keştiyan kir, ku ji ber êrîşên Îranê zerer dîtine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG