Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje li Yemenê 15 Armancên Hûsîyan Hatin Lêxistin


Leşkerîya Amerîkî îro Înê ragihand ku li dijî armancên girêdayî çekdarên Hûsî yên ser bi Îranê ve 15 êrîş li Yemenê hatin kirin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM), ku çavdêrîya hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn dike, got ku êrîşên wê kanîna leşkerî ya Hûsîyan kirin armanc, bê ku ti hûrgilîyan bide

CENTCOM di posteke ser X de got ku êrîş di demjimêr 1400 GMT de pêk hatin.

Hûsîyan ji meha Mijdarê û vir ve nêzî 100 êrîş li ser keştîyên ku ji Deryaya Sor derbaz dibûn pêk anîne.

Ew dibêjin ku êrîşên wan jibo piştgirîya Filîstînîyan in ku nêzî salekê ye Îsraîl li Gazayê şerekî didomîne.

Çekdarên Hûsîyan du keştî binav kirin û dest danîn gemîyeke din û herî kêm çar deryavan jî kuştin.

Televîzyona El Masîra ya nûçeyan, ku bin kontrola Hûsîyan e, ragihand ku paytext Sana û firîngeha Hudeydah jî di nav de, li gelek deverên Yemenê êrîşên esmanî çêbûn.

Kanal El Masîra got ku jî êrîşên Amerîkî başûrê bajarê Demar û başûrê rojhilatê istana el-Beyda jî kirin armanc.

Hêjayî balkişandinê ye ku rêvebirîya Biden dijî êrîşên Hûsîyan li Deryaya Sor bi awayekî berevankar bersîvan dide û pir caran rêgirîya êrîşên dronî û muşekên dijî keştîyên bazirganî û keştîyên şerker yên Amerîkî dike.

XS
SM
MD
LG