Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Operasyona Tirkîyê Bala li Ser Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê Dişkîne


Fermandarê CENTCOM'ê Joseph Votel
Fermandarê CENTCOM'ê Joseph Votel

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) careke din dîyar kir ku operasyona Tirkîya ya dijî Efrînê bala li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) belav dike.

Fermandarê CENTCOM’ê Joseph Votel, li Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Senato da zanîn ku koalîsyona dijî DAIŞ’ê li Efrînê kar neke, lê bûyerên li wê herêmê ji wan re fikaran çêdikin.

‘’Bûyerên li Efrînê bala me ya li ser têkoşîna dijî DAŞ’ê belav dikin, bandora wan heye. Em li ser vê mijarê nîqaşan dikin’’ Votel got.

Fermandarê CENTCOM’ê ser pirsekê dîyar kir ku ew bi xwe jî dibînin ku Kurd dest ji têkoşîna dijî DAIŞ’ê berdidin û diçin li Efrînê şer dikin.

Votel da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistine û li wan herêmên ku kontrol dike hewil dide îstiqrarê çêke.

Votel dîyar kir ku li herêma Sûrîyê gelek gel hene û jibo çareserîyê jî divê pirtir xebat werin kirin.

XS
SM
MD
LG