Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wê, do Pêncşemê li Îdlibê, di êrîşeke esmanî de çend çekdarên el-Qaydê kuştine.
‘’Îdlib di van salên dawî de, ji hemî çekdarên el-Qaydê re bûye navendeke ewle’’ di daxuyanîyê de hat gotin.
CENTCOM’ê di daxuyaniyê de ser kuştin yan birîndarkirina sîvîlan ti agahî neda.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), do Pêncşemê dabû zanîn ku bi êrîşeke esmanî ya li ser gundê el-Jîna ya li başûrê rojavaya Atarîb ya Helebê ye û di dest serhildayan de, 42 kesên ku li mizgeftekê bûne hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.