Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Mûsa: Peymana Encumanê Ne di Berjewendîya Kurdan de ye


Encûmena Niştîmanî ya Kurdî piştî kombûna xwe ya vê dawîyê biryar da ku beşdarî Hevpeymanîya Opozîsyona Sûrî be, lê gotûbêj û nerazîbûnên heyî berdewma dikin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Sekreterê Giştî yê Partîya Çepa Kurd Mihemed Mûsa rexneyên giran li biryara encumanê digire ku dixwaze tev li îhtîlafa Sûrî bibe.

Birêz Mûsa dibêje, biryara encumanê biryareke şaş e çimkî oposîzyona Sûrî hem hebûna Kurdan qebûl nake, hem jî piştgirî li daxwazên wan nake.

Sîyasetvanê Kurd hîn endamên encumanê rexne dike ku dike tevî ku biryara beşdarbûnê napejîrînin jî, bê deng mane û dengê xwe bilind nekirjne.

"Em wek Partîya Çep tiştê ku rast nabînin, îmza nakin û bi nêrîna min ev peyman ne di berjewendîya gelê Kurd de ye."

Mihemed Mûsa herwiha bal dikşîne ku ew biryar zirarê dide hêza Kurdna jiber ku alîyekî Kurdan derve hêlaye. "Divê hemî biryarên wiha girîng ji alîyê Desteya Bilinda Kurdî ve were îmza kirin jiber ku tenê ew nûnertîya hemî Kurdan dike."
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:37 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG