Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Şandina Paketên Gumanbar Cesar Sayoc Hat Desteser Kirin


Karbidestên federalî yên Amerîkî, girêdayî şandina paketên bi madeyên peqînkar, îro Înê bergumanek li Florîda desteser kir.

Televîzyona CNN ragihand ku navê bergmanê desteserkirî Cesar Sayoc e û ew di sala 1962’yan de hatiye dine.

Karbidestên ewlekarî li ser eyaleta Florîda disekinin jiber ku tê bawer kirin ku herî kêm 10 paketên wî rengî ji wir hatiyê şandin.

Paketên wiha ji Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, Wezîra Derve ya berê Hillary Clinton, Wezîrê Dadê yê berê Eric Holder, rêvebirê CIA yê berê John Brennan û Endama Kongresê ji Kalîfornîya Maxine Waters re hatibûn şandin.

XS
SM
MD
LG