Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cesar Sayoc Îro Derdikeve Pêş Dadgeha Federal


Zilamê 56 salî yê ji Florîda ku bi şandina 15 paketên bi bombeyên luleyî ji rexnegirên navdar yên Serokê Amerîka Donald Trump re tê tawanbar kirin, îro li bajarê Miami derdikeve pêş dadgehê.

Cesar Sayoc ku li karavaneke bi wêneyên Trump xemilandi de dijîya û peyamên tund li dijî rikeberên wî bi kar tîna, îro derdikeve pêş dadwerekî federal.

Sayoc rûbiryê pênc tawanan e û jiber rêkirina bombeyan ji Serokê berê Barack Obama, Wezîrê Derve ya berê Hillary Clinton, Wezîrê Dadê yê berê Eric Holder, rêvebirê CIA yê berê John Brennan û Endama Kongresê ji Kalîfornîya Maxine Waters hîn navdarên girîng û CNN re, heta 48 sal cezayê zindanê ji wî re tê xwestin.

Vekolerên doze dibêjin ku di destê wan de delîl hene ku Sayoc di meha Têrmehê de dest bi plankirina êrîşên xwe kiriye.

XS
SM
MD
LG