Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden û Serokê Ukraynî Zelensky bi Telefonê Axifîn


Qesira Sipî di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden roja Yekşemê bo hevtayê xwe yê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştrast kiriye ku Washington "dê bi biryar bersivê bide" heke Rûsya hewil bide cîranê xwe yê alîgirê rojavayê dagir bike.

"Bi komkirina artêşa Rûsyayê li ser sînorên Ukraynayê, Serok Biden ji Zelensky re ronî kir ku Amerîka û hevalbendên wê dê bi biryar bersîvê bidin, heke Rûsya pirtir Ukraynayê dagir bike," Berdevka Qesira Spî Jen Psaki got.

Piştevanîya Amerîka ya ji Ukraynayê re di vê deml de tê ku Biden hişyarî daye Serokê Rûsî Putîn ku ger Moskow dest bi êrîşeke leşkerî bike, encamên wê yên giran hebin.

Zelensky di twîtekê de spasîya piştevanîya xurt ya Amerîkayê kir.

Karbidestên payebilind yên Amerîka û Rûsya wê di 9 û 10’ê Rêbendanê de li Cenevreyê bicivin û li ser krîzê gotûbêjan bikin.

XS
SM
MD
LG