Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞê Li Hesekê Êriş Ser Girtîgehê Kir

Herî kêm 18 endamên hêzên ewlehîyê yên Kurd hatin kuştin di êrîşeke berdewam ya "DAIŞê" de li ser girtîgeheke Sûrîyê ku bi hezaran cîhadîstên gumanbar lê tê de ne ,çavdêrîyekê ewro roja Înîyê got.
Êrîşên DAIŞê di mehên dawî de li Iraq û Sûriyê zêde bûne, cihê ku wan xîlafetek îslamî ya xweser ava kirî berî ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve hatî têkbirin.
Êvara Pêncşemê, çekdarên DAIŞê êrîşek birin ser navendeke binçavkirinê li bakur-rojhilatê Sûriyê daku hewl bidin ku çekdarên xwe yên li wê derê girtî azad bikin.
Hêzên Kurdî yên Girtîgeha Gerwan li bajarê Hesekê, ku nêzîkî 3,000 girtî têde hene, kontrol dikin, gotin ku girtiyan serhildan û hewl dan ku birevin dema ku maşînek bombekirî li derveyî girtîgehê teqiya gava çekdaran êriş li hêzên ewlehiyê kirin.
Hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîka êrîşeke asmanî pêk îna piştî ku hat ragihandin ku di nav hêzên Sûrî yên bi pêşengîya Kurdan da kuştî û birîndar hene.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku di şer û pevçûnan de herî kêm 16 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Şer bi êrîşeke DAIŞê şeva Pêncşemê li ser girtîgeha Gewran hat destpêkirin,
Gruba çavdêriyê got ku kesên kuştî bi fermî ne girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk bûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG