Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Geşbîn E ku Dîplomasî Dê Krîza Ukraynayê Çareser Bike


France NATO
France NATO


Serokê Fransa Emmanuel Macron di hevpeyvîneke digel rojnameyekê de got egerîya dagîrkirina Rûsyayê bo ser Ukraynayê kêm e, û ku komkirina hêzên Rûsî li ser sînorên Ukraynayê dibe ku beşek ji stratejiyeke berfirehtir ya Kremlînê be ji bo misogerkirina tawîzên rojavayî û ne ku nîşanên bo şerekê berfireh be.


Berê ku ew bifire bo Moskowayê bo hevdîtinên rûbirû digel Vladimir Putinî wî gote rojnameya Le Journal de Dimanche ya Fransî "Armanca jeopolîtîk ya Rûsyayê ewro eşkere ye ku ne Ukrayna ye, lê zelalkirina rênmayên hevjîyana digel NATO û YE ye."


Macron herwiha îddîa kir ku danûstandinên wî digel Rûsyayê dibe ku berê pevçûnek leşkerî bigire.


“Diyaloga me ya berfireh digel Rûsyayê û ev serdana Moskowayê dibe ku rê li ber operasyoneke leşkerî bigire. Paşî em dê ser rênmayên kêmkirina pevçûnan gotûbêj bikin. "Ez her dem digel Serok Pûtîn di nav diyalogeke kûr de bûme û berpirsiyariya me avakirina çareseriyên dîrokî ye."


Lê gotinên wî bi awayekî berbiçav ji yên rêveberiya Biden cûda bûn ku komkirina leşkerê Rusyayê wek metirsîya êrişekê nîşan dide.

XS
SM
MD
LG