Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameya Tasnim:Pasdarên Şoreşa Îranê Êriş li Baregehên Hewlêrê Kirin


Ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Îranê Tasnim ewro roja Çarşemê ragihand ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê êriş li baregehên Hewlêra Îraqê kirin ku wan wek yên grubên terrorist binav kirin.


Tasnîmê got: “Bargehên komên terorîst yên li bakurê Iraqê ji wan Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê jî di nav wan da, di heyamên borî da çendîn caran ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îslamî ve hatine armanc kirin.”


Medyaya dewletê ragihand Pasdarên Şoreşê di meha Adarê da gotibû ku wan "navendên stratejîk" yên Îsraîlê li paytexta Herêma Kurdistana Iraqê Hewlêrê, li bakurê Iraqê kirîye armanc.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG