Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevana El-Cezîre di Êrîşa Îsraîlê de Li Kenara Rojava Hat Kuştin



Wezareta Saxlemîyê ya Filistînê ragihand ku rojnamevaneka Al-Jazeerayê dema ku êrîşeke Îsraîlê dişopand li bajarê Cenînê Kenarê Rojavaya dagirkirî ewro spêdê roja Çarşemê bi guleyan hat kuştin.


Tê gotin ku Şîrîn Ebû Akleh, rojnamevana navdar ya Filistînî ya kanala weşanên bi zimanê Erebî, demekê piştî gule lê kevtî mirîye. Rojnamevanekî din yê Filistînî ku di rojnameya El-Quds ya Orşelîmê da dixebitî birîndar bû lê rewşa wî baş e.


Wezareta Saxlemîyê ragihand ku rojnamevan bi guleyên Îsraîlê ketine. Lê artêşê hêşta bersiv nedaye daxwazeka bo şîroveyê.


Îsraîl di hefteyên dawî de li Kenara Rojavaya dagirkirî êrîşên xwe yên rojane pêk tîne di nav rêze êrîşên kujer yên li hundirê Îsraîlê de, ku gelek ji wan ji alîyê Filistîniyan ve li der û dora Jenînê hatine kirin. Bajar, û bi taybetî kampa wê ya penaberan, jimêjve ye wekî bingehek mîlîşeyan tê zanîn.


Li alîyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ewro roja Çarşemê got ku "egerî heye " ku gulebarana Filistînî rojnamevana Al Jazeera Şîrîn Ebû Aqleh li Kenarê Rojava ya dagirkirî kuştibe, lê Filîstînî leşkerên Îsraîlê tawanbar dikin.


Bennett di daxuyaniyekê de got, "Li gorî agahiyên ku me berhev kirine, xuya ye ku çekdarên Filistînî -- yên ku wê demê rastexo gulebaran dikirin -- berpirsyarên mirina wê rojnamevanê ne."

XS
SM
MD
LG