Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bennett jiber Kuştina Qureyşî Biden Pîroz Kir

Naftali Bennett and joe biden
Naftali Bennett and joe biden

Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê ragihand Serokwezîrê Îsraîlê roja Yekşemê pîrozbahî li Serok Joe Biden kirîye jiber êrîşa kujer ya heftîya borî li Sûriyê ku tê de rêberê rêxistina DAIŞê hatibû kuştin.


Di pêwendiyeke telefonî da digel Serokî, Naftali Bennett gotîye Biden ku "cîhan niha cîhek ewletir e bi saya operasyona wêrek ya hêzên Amerîkayê."


Bennett û Biden herwiha li ser çalakiyên leşkerî yên Îranê li seranserê Rojhilata Navîn û hewldanên astengkirina bernameya navokî ya Îranê gotûbêj kirine.


Îsraîl û Îran dijminên mezin in, û Îsraîlê dilgiraniya xwe dîyar kiriye li ser hewildanên bi pêşengiya Amerîkayê jibo vejandina peymana navokî ya navnetewî ya 2015an ya di navbera Îran û hêzên cîhanî da.

This item is part of
XS
SM
MD
LG