Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Orşelîmê de Pirtir ji 100 Kes Birîndar Bûn


Zêdetirî 100 kes ewro roja Îniyê birîndar bûn di pevçûnên di navbera xwepêşanderên Filistînî û polîsên Israîlî da li mizgefta El-Eqsayê ya Orşelîmê, di tundûtûjiya nû de dema ku cejnên Cihû û Xiristiyanan ketine meha Remezanê da.


Polîsê Îsraîlî got ku berî danê sibê "bi dehan zilamên maske girêdayî" meşiyan nav El-Eqsayê qêrîyan û fîşekên hewayî havêtin berî ku girseyeke mirovan kevir havêtin ber bi Dîwarê Rojavayî ve -- ku cihê herî pîroz e Cihû lê duayan dikin.

Rayedarekî Heyva Sor ya Filistînê got 117 kes rakirin nexweşxaneyan û "bi dehan birîndarên din" li cihê bûyerê hatin dermankirin. Polîsê Îsraîlî got sê efser birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG