Polîsê Îsraîlî dibêjin ewro roja Pênşemê pevçûn di navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan da çêbûne li mizgefta El-Eqsa ya Orşelîmê piştî kêmbûna alozîyan û aramîya 10 rojan li cihê pîroz.
Polîsê Îsraîlî got ku wan "bi dehan serhilder" ku "kevir û tiştên din dihavêtin" hêzên ewlehiyê paşve xistine.
Peyamnêrê Ajans Frans Pressê got ku hejmarek mezin ya polîsan li ber mizgeftê hebûn, lê hêşta Heyva Sor ya Filistînî çi qurbaniyên tundûtûjiyê neragihandine.
Pevçûn di salvegera serxwebûna Îsraîlê ya sala 1948an de pêk hatin û piştî demeke alozîyan ya meha Remezanê ya Misilmanan, Cejna Derbasbûnê ya reva Cihûyan ji Misrê û Cejna Esterê ya Xirîstiyanan ku hemû kevtine di heman demê da.
Ji nîvê Nîsanê êreve, pevçûnên di navbera polîsên Îsraîlî û Filistîniyan da li derdora avahiya mizgefta El-Eqsayê nêzîkî 300 kes birîndar bûne.
Ew cih wekî sêyemîn cihê pîroz yê îslamê ye. Di heman demê de ew cîhê herî pîroz yê Cihûyan e ku bo Cihûyan wekî Çiyayê Perestgehê têt zanîn.
Di Tundûtûjiyên ku ji 22ê Adarê êreve zêde bûne, 12 Îsraîlî hatine kuştin, di nav wan da efserekî polîs yê Erebekî-Îsraîlî, û du Ukraynayî jî di çar êrîşên cuda da li hundirê Îsraîlê hene. Du ji wan êrîşên kujer li herêma Tel Avîvê ji aliyê Filistîniyan ve hatibûn kirin. Di heman heyamê de 26 Filistînî û 3 Erebên Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane.