Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Von Der Leyen: Rûsya 'Gefa Herî Rasterast E Bo Aramîya Cîhanê':


Karbidestên payebilind yên Ewropî roja Pêncşemê dema ku wan danûstandin li Tokyo pêktînan hişyarî dan ku Rûsya "gefa herî rasterast" ya li ser aramîya cîhanê ye û ji Çînê jî xwestin ku rolek erênîtir li ser qada navnetewî bilîze.

Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen û Serokê Civata Ewropî Charles Michel li Japonyayê ne ji bo danûstandinên ser êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, lê wan di heman demê da nîgeranîyên mezin yên li ser rola Çînê li Asyayê û li derveyî wê jî dîyar kirin.

Von der Leyen piştî hevdîtinên digel Serokwezîrê Japonî Fumio Kishida got, "Rûsya îro bi şerê barbarî yê li dijî Ukraynayê, û peymana wê ya digel Çînê cihê nîgeranîyê ye û xetera herî rasterast e ji bo aramîya cîhanê."

XS
SM
MD
LG