Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Welatên Rojavayî Tawanbar Dike


Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Înê welatên rojavayî bi "şerekî tevahî" li dijî Rûsyayê û gel û kultura wê tawanbar kir dema ku Moskowa operasyona xwe ya leşkerî li Ukraynayê didomîne.

Lavrov di civîna wezaretê de got, "Rojavayê li dijî me, li dijî tevahiya cîhana Rûsyayê şer îlan kirîye. Têgeha betalkirina Rûsyayê û her tiştê ku bi welatê me ve girêdayî ye, jixwe digihêje xala bêaqiliyê."

Wî Rojava bi qedexekirina nivîskar, bestekar û kesayetiyên kulturî yên Rûsî tawanbar kir.

Wî her wiha got: " mirov dikare bibêje ku ev rewş dê demek dirêj li gel me bimîne."

Li gorî Lavrov, Washington "û yên girêdayê wê hewildanên xwe du qat, sê qat û çar qat zêde dikin ji bo ku welatê me control bikin."

Wî got ku ew " alavên herî berfireh bi kar tînin -- ji ambargoyên aborî yên yekalî heta propagandayeke nerast di medyaya cîhanê da".

Lavrov got, "Li gelek welatên rojavayî Tirsa Rusyayê anjî Russophobia rojane bûye xwezayeke nedîtî û mixabin ji aliyê hikûmetên gelek welatan ve tê teşwîqkirin."

Paytextên rojavayî piştî Serok Vladîmîr Pûtîn di 24ê Reşemê de leşker şandî Ukraynayê, ambargoyên nedîtî ser Moskowayê sepandibûn.

XS
SM
MD
LG