Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtinên OSCE û Rûsyayê Bê Encam Dawî Bûn


Danûstandinên di navbera Rûsya û Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê li Eayê (OSCE) li Vîyanayê roja Pêncşemê bi dawî bûn.

Lê, dîplomat dibêjin ku di danûstandin de ber bi kêmkirina alozîyan çêbibe derbarê leşkerên Rûsî yên ku ser sînorê Ukraynayê kom bûne, serketinek çênebûye.

Gotûbêj hewla sêyemîn ya dîplomatîk bû vê hefteyê bo çareserkirina kêşeyê, lê hemû bê biryar bi dawî bûn.

Nûnerê daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê li Ewrupayê (OSCE) Aleksander Lukashevich gote rojnamevananku ew danûstandin bêhêvî bi dawî bûn û wî hêvîya gotûbêjên berfirehtir û kûrtir dikir.

Lukashevich û dîplomatên Rûs yên hevkarên wî ku sere wê hefteyê digel dîplomatên Amerîkî li Cenîvayê û digel rêberên NATOyê li Brukselê gotûbêj dikirin destnîşan kirin ku Rûsyayê dest ji dîplomasîyê bernedaye.

Serokê Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê li Ewrupayê (OSCE), yê wê devrê Wezîrê Derve yê Polonyayê Zbigniew Rau, piştrast kir ku di danûstandinan de ti pêşketin çênebûne.

Roja Pêncşemê danê spêdê, berî danûstandinan, Rau got ku dîyar e ku metirsîya şer li Ewrupayê "di 30 salên dawîyê de niha ji hemû deman mezintir e."

Dîplomatên rojavayî ji Rûsyayê daxwaz dikin ku alozîyan ser sînorî kêm bike, ku wan gelek amûr û nêzîkî 100,000 leşker kom kirine, ku dîyar e Rûsyayê xwe amade kiriye ku Ukraynayê dagir bike.

Rûsya israr dike ku leşker bo berevanîya wan li wê derê ne û ji NATOyê daxwaz dike ku berfirehbûna xwe ber bi rojhilat ve rawestîne û rê nede Ukraynayê ku beşdarî hevpeymanîyê bibe.

XS
SM
MD
LG