Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran, Rusya Û Çîn Rahênanên Leşkerî Dikin


Iran, Rusya û Çîn Rahênanên Leşkerî
Iran, Rusya û Çîn Rahênanên Leşkerî

Îran, Rûsya û Çîn ewro roja Înê dest bi rahênanên deryayî yên hevpar kirin li Okyanûsa Hindê ku armanca wê xurtkirina ewlehîa deryayî ye, medyaya dewletê ragihand.

Televîzyona dewletê ya Îranê got 11 keştiyên wê 3 keştiyên Rûsî û 2 keştiyên Çînê jî hebûn. Pasdarên Îranê jî dê bi keştî û helîkopterên piçûktir beşdar bibin.

Di raporê de hat gotin ku rahênan dê 17,000 kîlometre çargoşe li bakurê Okyanûsa Hindistanê bigire, û tê da şerên şevê, operasyonên rizgarkirinê û rahênanên vemirandina agirî hene.
Ev sêyem rahênanên deryayî ya hevbeş e di navbera wan welatan da ji sala 2019an êreve. Dîsa ew rastî serdana vê dawiyê ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ya Rûsyayê hat ku roja Pêncşemê bidawî hatibû.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Raîsî roja Îniyê piştî vegera ji Rûsyayê got: "Pêşvebirina têkiliyên dualî yên Tehran û Moskowayê dê ewlehiya navçê di qada navnetewî da zêde bike."

Tehran hewil dide ku hevkarîya leşkerî digel Pekînê û Moskowayê zêde bike di nav kêşeyên herêmî yên digel Amerîkayê. Serdanên nûnerên hêzên deryayî yên Rûsya û Çînê bo Îranê jî di van salên dawî da zêde bûne.

Îran di mehên dawî da birêkûpêk rahênanên leşkerî pêktîne, dema ku hewildanên ji nû ve vejandina peymana nukleerî ya 2015an digel hêzên cîhanî di astengîyan da ye.

Rûsya jî digel Amerîka û Rojavayê li ser cîranê xwe Ukraynayê nakokîyan da ye , ku wê nêzîkî 100,000 leşker şandiye ser sînor ku Washington, Kîev û hevalbendên wan ditirsin ku ji bo dagirkirina Ukraynayê bihên bikar înan.

XS
SM
MD
LG