Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Mafên Jinan yên Rêwîtîyê Sînordar Dike


women protest
women protest

Desthilatîya Talîbanê li Afganîstanê îro Yekşemê qedexeyên nû yên rêwîtîyê jibo jinên wî welatî derxistin.

Fermana Wezareta Pêşvebirina Nirxên Ahlaqî karînên jinan ya rêwîtîya ji 72 kîlometreyan pirtir sînordar dike, heke xizmekî mêr yê nêzîk bi wan re nebe.

Deshilat herwiha şîretan li ajokarên taksîyan dike ku tenê jinên ku cilûbergên Îslamî dikin ber xwe û ebrîyê serê xwe girê didin, sîwar bikin.

Berdevkê wezaretê Sadiq Akif Mihacîr berevanîya qedexeyan kir. Wî ji Dengê Amerîka re got ku ew biryar li gor şerîetê û qanûna Îslamê ye.

Mihacîr herwiha ji şofêran xwest ku dema nimêjê de karê xwe rawestînin û di maşînên xwe da guhdarîya muzîkê nekin.

Rêvebirîya Amerîkî biryara Talîbanê rexne kir û wek reftareke xirabtir ya dijî jinên Afganî bi nav kir.

XS
SM
MD
LG