Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Kurdên Sûrîyê di Êrîşeke Dronî ya Tirkîyê de Hatin Kuştin


Berpirsekî Kurd û çavdêrekî şerî got êrîşeke bi dronan ya Tirkîyê li bakurê Sûrîyê roja Pêncşemê çar şervanên Kurd yên Sûrî kuştine, ku ev êrîşa duyê ya rojên dawîyê ye.

Hêzên ewlehîya Kurd, Asayîşê ragihand ku dronekê li herêma Eyn Îsa ya Reqayê êrîşî hêzên wê kiriye" û di encamê de 4 endamên wê hatin kuştin.

Di daxuyanîyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezar kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) hejimara kuştîyan di êrîşa dronî ya artêşa Tirkîyê de li bakurê Reqayê piştrast kir.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di mehên dawîyê da gelek caran soza destpêkirina êrîşeke nû li ser bakurê Sûrîyê dabû.

Enqere bi berdevamî êrîşên leşkerî yên li pey hev li Sûrîyê dike. Piranîya wan êrîşan şervanên Kurd dikin armanc ku Enqere wan bi PKKê ve girêdide ku bi deh salan e li dijî wê serhildanê dimeşîne.

Rêberên Rûsî û Îranî hefteya borî ji Erdogan xwestibûn ku êrîşeke nû li Sûrîyê destpê neke, lê Tirkîyê dibêje ku ew ne li benda destûra kesekî ye.

Moskow û Tehran di şerê navxweyî ya Sûrîyê de piştevanîya hikûmeta Beşar Esad dikin, lê Tirkîyê piştevanîya komên cuda yên serhilder dike.

XS
SM
MD
LG