Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Japonya Peymana Lêkolîn û Pêşketina Berevanîyê Îmza Kir


Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku Amerîka û Japonya dê peymanek hevkarîya berevanîyê ya nû îmza bikin da ku li hember gefên berevanîyê yên derdikevin, di nav de karînên hîpersonîk û esmanî jî hene.

Wezîrên derve û yên berevanîyê yên Amerîka û Japonyayê bi awayê onlaynî civîyan da ku li ser xurtkirina peywendîyên ewlehîyê gotûbêjan bikin bi taybetî rola Japonyayê dema ku alozî ser Taywanê zêde dibin û gefên mûşekî yên Koreya Bakur didomin.

Blinken got ku hevalbendîya Amerîka û Japonyayê "divê ne tenê amûrên me heyî xurt bike, lê di heman demê de amûrên nû jî çêbike", jiber komkirina leşkerî ya Rûsyayê li dijî Ukraynayê, kiryarên "provokatîf" yên Pekînê ser Taywanê û havêtina mûşekên herî dawî yên Koreya Bakur.

"Em peymanek nû ya lêkolîn û pêşkeftinê didin destpêkirin dakubo zanyarên me, endezyar û rêvebirên bernameya me sanahîtir bike ku ji rûbirûbûna gefên hîpersonîk heta pêşvebirina karînên esmanî li ser mijarên berevanîyê hevkarîyê bikin.”

Hîjayî Rûsya, Çîn û Amerîka jibo çêkirina çekên hîpersonîk hevrikîyê dikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG