Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Qanûndanerên Amerîkî Serdana Taywanê Dikin


Pênc qanûndanerên Amerîkî ewro roja Înê digel Serokê Taywanê Tsai Ing-wen hevdîtin kirin ku mebesta wê tekez kirina piştgirîya "qahîm"ya Amerîkayê bû bo girava xweser.

Enstîtuya Amerîkî ya li Taywanê, wek balyozxaneya defakto, got ku ji du-partîyan yên qanûndanerên ji Ciwata Nûneran ya Amerîkayê şeva Pêncşemê gihîştin Taywanê û plan dikin ku digel rêberên payebilind di nav wan da Tsai bicivin.

Ev serdan di demekê de çêdibe ku alozîya di navbera Taywan û Çînê de derketîye asta herî bilind di dehsalan dawîyê da. Taywan di sala1949an da di encama şerê navxweyî da ji Çînê veqetîya û ji wê demê êreve xweser e, lê Çîn giravê beşek ji axa xwe dibîne.

Yek ji nûnerên Amerîkî ku serdana Taywanê dike, Mark Takano got "Em vê heftîyê li Taywanê ne ku bînin bîra hevkar û hevalbendên xwe, pabendbûn û berpisyarîya me ya hevpar bo herêma Îndo Pasifîk ya azad û ewle ji her demî bihêztir dimîne.

Tsai, pêşwaziya qanûndanerên Amerîkî kir û got "Taywan dê berdewam be ji bo xurtkirina hevkariyê digel Amerîkayê ji bo parastina nirxên me yên azadî û demokrasiyê û dabînkirina aştî û aramiyê li herêmê."

XS
SM
MD
LG