Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Navneteweyî bo Mladic Cezaya Zîndanê ya bi Dirêjîya Jînê Da


Mladic li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî
Mladic li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bo Generalê Sirp yê ji Bosna Ratko Mladiç biryar da ku ji nijadkujîyê, tawanên dijî mirovahîyê û komkujîya Srebrenitsa sûcdar e.

Dadgehê bo Mladiç cezaya zîndanê ya bi dirêjîya jînê da. Kurê Mladiç, Darko Mladiç dîyar kir ku biryar ne adil e ewê serî li dadgeha pêdaçûnê bidin.

‘’Îro şûna dadê propagandaya cengê girtîye’’ Darko Mladiç got.

Dadgeha li Lahey ya Hollanda da zanîn ku fermana bombekirina Saraybosnayê yekser Mladiç daye û ‘’hevkarîya wî ya girîng’’ di komkujîya Srebrenista û tawanên cengê de heye.

Dadger dîyar kir Mladiç ‘’nijadkujî û komkujî’’ kiriye û hewil daye ku hemî Misilmanên Bosnayî yên li Srebrenitsa bikuje.

Generalê kevn yê Sirp yê ji Bosna Mladiç, li gor biryara Dadgeha Cezayê ya Navnetweyî, berpirsê kuştina 8000 Misilmanên ku di sala 1995’an de li Srebrenitsa hatine kuştin e.

Dema dadgehê biryar dida Mladiç bang li dadgeran kir û ser vê yekê Mladiç ji dadgehê hat derxistin.

Mladiç yê 74 salî ye, ku bi leqeba ‘’Qesabê Bosna’’ jî tê nasîn, ji 11 tawanan dihat darizandin. Mladiç tawanbarkirinê dijî wî red dikirin.

XS
SM
MD
LG