Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Dibe ku Hilbijartina Seroktîya Cezayîrê Were Paşxistin


Ajansa Reutersê ragihand ku reng e hilbijartinên seroktîya Cezayîrê, jiber xwepêşandanên berdewam yên nerazîbûnê, di dema plankirî ya 4'ê Tîrmehê de neyên kirin.

Lê, jêderekî ku ji rewşê agahdar e, ji ajansê re got ku yek ji sedemên paşxistina hilbijartinê sedemên teknîkî ne jiber ku di dema heyî de amadekarîyêln hilbijartinê nikarin werin qedandin.

Xwepêşander 13 hefte ne ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dar dixin û daxwaz dikin ku karbidestên ser desthilatê û piştevanên wan yên karsaz ku ji 1962’an vir ve Cezayîrê bi rê ve dibin, dest ji kar berdin.

Serokê berê Abdulazîz Buteflîka, piştî 20 salan ya ser desthilatê, di 2’yê Nîsanê de, di bin givaştina artêşê û xwepêşanderan de mecbur mabû ku desthilat berde.

Xwepêşander dixwazin ku hemî karbidestên Buteflîka jî dest ji kar berdin û reformên sîyasî li welêt pêk werin.

Xwenîşander herwiha dixwazin ku serokê demkî Abdulqadir Bensalah, ku serokê civata jorîn ya parlamana Cezayîr e, dest ji kar berde. Bensalah bo 90 rojan li şûna Buteflîka bûbû serok ku peyvajoya hilbijartina seroktîyê bimeşîne.

Li ber e, Civata Qanûna Bingehîn ku peyvajoya hilbijartinên pêşdem bi rê ve dibe, daxuyanîyekî bide bîragiştî û biryara ser hilbijartinê ragihîne.

XS
SM
MD
LG