Ajansa fermî yê Cezayîrê, APS dîyar kir ku serokê welêt Abdulazîz Buteflîka berî 28’ê Nîsanê karvekişîna xwe ragihîne.
Dema erkdarîyê ya Buteflîka, ku 82 salî ye û ji 1999'an vir ve li desthilata Cezayîrê ye, di 28’ê Nîsanê de bi dawî dibe.
APS da zanîn ku Buteflîka heta karvekişîna xwe radigihîne dê ‘’bo karên sazîyên dewletên rawenewestin dê bo tiştên girîng biryardayînê bidomîne’’
Li gor Qanûna Bingehîn ya Cezayîrê, heta hilbijartinan dê bi awayekî demkî Serokê Civata Senatoran Abdulkadir Bîn Salih bibe serokê welêt.
Artêşa Cezayîrê, piştî protestoyên dijî Buteflîka bang li wî kiribû ku karvekişîna xwe ragihîne.