Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Boko Haram de 23 Leşkerên Çadî Hatin Kuştin


Karbidestên Çadî ragihand ku di êrîşeke kujer de, bi kêmî ve 23 leşkerên wan, ji alîyê çekdarên Boko Haram ve hatine kuştin.

Du jêderên ewlekarî ji Reutersê ragihand ku êrîşa îro Înê li bajarokê Dangdala ya ser berava Gola Çad qewimî.

Boko Haram ji salên dirêj vir ve şer dike ku xîlafteke îslamî li bakurê rojhilata Nîjerya ava bike û pir caran êrîşan li nav axa Çad, Nîjer û Kamerun jî dike ku parastina sînorên wê derê gelek lawaz e.

XS
SM
MD
LG