Patrîyark Mar Paul III Nona îro Înê bi fermî serokatîya Dêra Kildanî li Îraq û cîhanê destpê kir.
Merasîma fermî li Dêra Saint Joseph li Bexdayê bi amadebûna kesayetîyên olî û fermî hate lidarxistin. Ev posta herî girîng e ya Dêra Kildanî li ser asta Îraq û cîhanê.
Patrîyarkê nû yê Kildanan Mar Paul III Nona di axaftina xwe ya yekem de got: “yekîtî di nav dêrê de pêdivîyeke bingehîn e.” Wî diyar kir ku Dêra Kildanî bi hemû pêkhateyên xwe yekgirtî ye e û hemû armancên wê li ser rêyeke hevpar dimeşin.
Wî herwiha got ku gihandina peyama dêrê hewcedarê xebat û fedakarîyeke mezin e. Partîyarkê nû da zanîn ku “tirs hestekî xwezayî ye, lê pirsgirêk ne di tirsê de ye, lê belê di radestbûna wê de ye.”
Di dawîya axaftina xwe de, Patrîyark Nona got ku “Peyama min bi bawerîyê destpê dike, tevî zehmetîyan, bi vekirîbûnek li hember her kesî, û tevî şert û mercên dijwar."
Patrîyark Nona 12'ê Nîsanê li Romayê ji alîyê Vatîkanê hate destnîşankirin piştî jikarkêşana Kardînal Louis Raphael Sako.
Patrîyark Nona di sala 1967'an de li bajarokê Alqoşê yê ser bi parêzgeha Mûsilê ve ji dayik bûye. Wî wekî keşe li Dêra Alqoşê xizmet kiriye. Di sala 2010'an de wî pileya damezrandina Keşeyan wergirt, û di 42 salîya xwe de bû Metranê Kildanî yê herî ciwan li cîhanê.