Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hurgilîyên Êrîşa Şeva Borî Bo Ser Girtîgeha Federal li Çemçemal


Şeva derbazbûyî şer û pêvçûn di navbera hêzên dijî terorê yên girêdayî Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de qewimî.

Bûyer li nêzîk girtîgeha Çemşemal pêk hat û di encamê de êrîşkarekî çekdar hat kuştin, 3 birîndar bûn û 5 çekdarên din jî dîl hatin girtin.

Girtîgeha Çemçemal girêdayî hikûmeta Bexda ye û hemû zîndaniyên wê li gor qanûna Îraqê hatine darizandin. Niha hikûmeta Îraqê biryara girtina wê girtîgehê daye û dixwaze hemû girtiyan veguhezîne bşûrê Îraqê.

Çekdarên ku êrîş pêk anîye, hemî xelkê Çemçemal in û wan dijî girtina girtîgehê û veguhastina girtiyan ew êrîş pêk anîye.

Çavkaniyekî agahdar got ku kesên Kurd yên girtî di wê zîndanê de hene, kes û karên wan naxwazin wan bibin başûrê Îraqê.

Wî çavkanî herwiha gotiye ku beşekî din yê pirsgirêkê ew e ku hin kes girêbestên karî ligel hikûmeta Îraqê hene.

"Ew kes pere li girtîgehê mezaxtine û perê wan nehatiye dan, eger ku girtîgeh were daxistin dê perê wan bi avê de here"

Remik Remezan, qaymeqamê Çemçela got ku bo kontrolkirina pirsgirêkê, hewildan hene.

"Nihe hêzên dijî terorê li girtîgehê dimînin, lê nayê zanîn kanî girtî hatine veguhastin yan ne. Biryar hatiye girtin ku girtiyên Kurd bo girtîgeha Sosê veguhêzin."

Remezan da zanîn ku 1780 girtî li girtîgeha Çemçemal ya federal hebûn û ew meh û nîveke ku girtî tên veguhastin. Li gor wî cara dawî 400 girtî tê de mabûn û ji wan 300 kes Kurd in.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00

XS
SM
MD
LG