Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Berê yê Tevgera Gorran: Divê Gorran Pênasînê bi Şikestina Mezin di Hilbijartinan de Bike


Celel Cewher. Wêne ji arşîvê ye.
Celel Cewher. Wêne ji arşîvê ye.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên parlementa Iraqê, rêjeya dengderan ji bo piranîya partî û alîyên Kurdistanî kêm bûye û çavdêr jî dibêjin hêrsbûna xelkê ji alîyên sîyasî bûye sedema bilindbûna rêjeya baykotkirinê.

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Celal Cewher, endamê berê yê serkirdayetîya Tevgera Gorran balê dikşîne ser têkçûna mezin ya Tevgera Gorran û nêrînên xwe li ser encamên destpêkî yên hilbijartinê dîyar dike.

Cewher ku niha wekî çavdêr dixebite, wiha got: "Sedema kêmbûna beşdariya di hilbijartinan de girêdayî jiyana nebaş û debara gel e ku ji sala 2014'an ve li Herêmê rastî krîzên cûrbicûr tên.”

Li gor Cewher, di hilbijartinên parlementa Iraqê yên 2018'an de encamên xwepêşandanan xuya bûn û di wê demê de hatin hîskirin, lê vê carê zelaltir bû. Wî got, "Dema berê sextekarî nedihişt ku xwepêşandanên gel bi zelalî xuya bikin, naxwe di hilbijartinên 2018'an de jî heman xwepêşandan hebûn."

Tevgera Gorran di vê hilbijartinê de şikestineke mezin xwar, ji ber ku heta niha tu kursî bi dest nexistine.

Di vê derbarê de Cewher got, "Şikestina Gorranê pir zehmet bû. Divê serokatiya Gorranê rûne, lêvegerekê jibo bernameyên xwe bike û kêmanîyan bibîne û wan binirxîne."

Wî herwiha da zanîn ku têkçûna Gorran di van hilbijartinan de girêdayî rewşa xirab li nav Gorranê bixwe, bi taybet piştî koçkirina rêber û dameznêrê tevgerê Noşîrwan Mistefa.

XS
SM
MD
LG