Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şah û Şahjina Brîtanîya bo Serdaneke Çar Rojî Tên Amerîkayê

Şahê Brîtanya Charles û Xanima wî Camilla
Şahê Brîtanya Charles û Xanima wî Camilla

Şahê Brîtanyayê Charles ê sêyem û xanima wî Şahjin Camilla roja Duşemê bo serdanekê digihin Washingtonê, ku ji 27 heta 30ê Nîsanê dirêj dike.

Li gorî ajansa Reutersê Serokê Amerîkayê Donald Trump û xanima yekem Melania Trump li Koşka Spî pêşwazîyê li wan dikin.

Li gorî Koşka Buckinghamê, serdan "dê wekî ku hatîye plankirin birêve biçe", tevî bûyera ewlehîyê ya ku di dema şîvxwarina Peyamnêrên Koşka Sipî de qewimî.

Rayedarên Amerîkî û Brîtanî niha plansazîya ewlehîyê ya serdanê dinirxînin.

Çavdêr bawer dikin ku şah Charles dikare zirar û sarbûna têkilîyên bi Amerîkayê re ku di van demên borî de çêbûne, sererast bike.

Ji alîyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel Fox News got ku "Şah Charles zilamekî mezin û pir wêrek e ku pir baş nûneratîya welatê xwe dike" ev yek jî nîşan dide ku tevî şert û mercên heyî, têkilîyên di navbera herdu alîyan de xurt in.

Li gorî çavkanîyên fermî yên Brîtanî, Şah Charles ê sêyem jî, derbarê bûyera li Hilton hotel qewimî kêfxweşîya xwe anî ziman ku Serok Trump, xanima yekem Melania û kesên amade di bûyerê de zirar nedîtin.

Ji hejî gotinê ye ku Şah Charles û Şahjin Camilla bi boneya 250emîn salvegera Serxwebûna Amerîkayê bi serdaneke 4 rojî hatine Amerîkayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG