Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qral Charles bo Şîna Diya Xwe Qralîçe Elizabeth Serdana Îrlanda Bakur Dike.


Qralê nû yê Brîtanya Charles III li bajarê Belfast yê Îrlanda Bakur, 13 Îlon, 2022.
Qralê nû yê Brîtanya Charles III li bajarê Belfast yê Îrlanda Bakur, 13 Îlon, 2022.

Qralê nû yê Brîtanya Charles III îro Sêşemê serdana Îrlanda Bakur dike, di çarçoveya gera tevahîya Brîtanya ya bo şîna dayika xwe Qralîçe Elizabeth.

Qral Charles li Îrlanda ji alîyê girseyan ve bi dilgermî, peyamên coş û sersaxîyê hat pêşwazî kirin.

Qralê nû Charles li Qesra Hillsborough ya li başûrê bajarê Belfastê bi serokên siyasî yên herêmê re hevdîtinan dike.

Charles herwiha serdanên sersaxîyê yên bo dayika xwe Qralîçe Elizabeth û hevdem pîrozbahîyên bo Qralîyeta wî qebûl dike, tevî partîyên ku alîgirên serwerîya Brîtanya û yên neteweperest ku di nav de serokê Meclîsa Îrlanda Bakur jî heye.

Sinn Fein ku partîyek alîgirê yekbûna giravê ye, roja Yekşemê, 11’ê Îlonê, beşdarî merasîma pejirandina serwerîya Brîtanya li Îrlanda Bakur nebû, lê îro got ku wê beşdarî bûyerên fermî yên şîna Qralîçe Elizabeth bibe.

Serdana Qral Charles piştî çend bûyerên roja Pêncşemê li Îrlanda Bakur tê, dema ku mirina Qralîçe Elizabeth ji aliyê hin kesên li Derry hate pîroz kirin.

Derry, bajarekî Îrlanda Bakur e ku bi navê Londonderry jî tê zanîn, di 1972’an de bi komkujîya Yekşema Xwîndar tê naskirin, dema ku polîsên Brîtanî gule li xwepêşanderên bêçek reşandin û 14 kes kuştin.

Hejaye gotine ye ku Qralîçe Elizabeth II serwera yekê ya Brîtanî bû ku di 2011’an de serdana Komara Îrlanda kir, wekgaveke pir girîng ya ya lihevhatinê de ku bandorek mayînde hişt. Wê demê, Qralîçe Elizabeth li Dublin, axaftineke dîrokî kir.

Axaftina wê bi rengekî eşkere armanc kir ku têkilîyên alozdar yên di navbera Brîtanya û Îrlanda de ji dema dabeşkirinê vir ve sivik bike. Di nav de Sinn jî Fein gelek alîyan ve ev axaftina hat pêşwazî kirin.

Ji alîyê din ve li Skotlandê, tabûta Qralîçe Elizabeth li Katedrala St Giles ya li bajarê Edinburgh e û bi hezaran kes serdanê we derê dikin da ku rêzên xwe yên dawî pêşkeş bikin.

Tabûta Qralîçe Elizabeth wê îro were veguheztinê Londonê bo serdanên sersaxîyê û rêzgirtinê bo çar rojan, berîya ku roja Duşemê merasîma fermî ya dewletê y abo binerdkirina wê were darxistin.

Qralîçe Elizabeth Pêncşema borî ê di 96 saliya xwe de li mala xwe ya betlaneyê li Keleha Balmoral, li Highlands Skotlandê koça dawî kir.

XS
SM
MD
LG