Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlên Lêgerîna Bergumanên Êrîşa Charlie Hebdo Didomin


Benzînxaneya ku Said û Cherif Kouachi lê hatiye dîtin

Karbidestên Fransî bizavên xwe didomînin ku bi girêdana êrîşa kovara rexnegir ya Charlie Hebdo, 2 birayên berguman Said û Cherif Kouachi desteser bikin.

Hin îdia hene ku ew 2 kes di benzinxaneyeke li bakurê Fransa de hatine dîtin, lê raport polîsan heta niha ew agahî piştrast nekiriye.

Karbidestên polîsan didine zanîn ku vekolîna wan li herêma Villers-Cotterêtsya 80 km rojavayê bajarê Reims berdewam dike.

Karbidestên ewlehîyê demeke zûtir ragihandibûn ku Said Kouachi yê 34 salî û birayî wî Cherif Kouachi yê 32 salî bi qirkirina Charlie Hebdo peywendîdar in, ku 12 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Hate ragihandin ku her du berguman hemwelatîyên Fransî ne û bi eslê xwe Cezayîrê ne.

Kerem kin, bi lînka jêrîn li çend wêneyên girêdayî vê nûçeyê bibînin:

http://www.voanews.com/media/photogallery/2590289.html

XS
SM
MD
LG