Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ChatGPT Berê Xwe Dide Karsazîyê


FILE PHOTO: Illustration shows OpenAI and ChatGPT logos
FILE PHOTO: Illustration shows OpenAI and ChatGPT logos

Kompanîya OpenAI ya Hişberîya Çêkirî di roja Duşemê de got ku wê weşaneke karsazîyê ya ChatGPT daxe bazarê di heman demê de ku navdarîya Hişberîya Çêkirî li nav xelekê daketîye xwarê û jimara bikarhênerîyên wê jî pir kêm bûye ji piştî 9 mehan ji xebata wê ku guhertineke pir mezin xist şêwaza bikaranîna teknolojîya û afirnadinê.

ChatGPT Çi ye?
Ew robotekî mezin yê gotebêjên ser intrenêtê ku bi zimanekî pir pêşketî ji hêla Open AI ve hatîye pêşxistin û di 30-ê Mijdara 2022’an de daket bazara cîhanî û ket xebtandinê.

Ev şêwaza afirandina bi rêka gotebêjên bi tekolojîya , Komputer , robortan re, derfeteke mezin da bikarhêneran ku gelek tiştên zor û dijwar biafirînin , di demek kurt û lez de û asteke bilind ji hostatîya berz ve, ku tê naskirin bi endazîya yekser, ku her tiştî li gorî logaritmîyek pêşketî dafirîne û çêdike.

Di Çileya 2023’an de, ew bû bernama herî li pêş di dîrokê de ji alîyê pêşketina geşepêdanya xwe de ku jimara bikarhênerên wê 100 milyon derbas kir.

Di nav çend mehan de, Google, Baidu, û Meta pêşveçûna hilberên xwe yên pêşbazîyê zûtir kirin wek Bard, Ernie Bot, û LLaMA.

Microsoft bi xwe jî Bing Chat li ser bingeha GPT-4-a OpenAI ve ava kir.

Ji ber ev lez û beza pêşketina teknolojî û bi taybetî jî Hişberîya Çêkirî ku Open AI serkêşîya wê dike, metirsîyek zanistî belav bûye û hin çavdêran nîgeranîya xwe li ser xebat û paşaroja ChatGPT ê dîyar kirin ku ev xebat bandorek neyîn li ser zîrektîya mirovan dike û her wiha jî sextekarî pir lê asa ne, ku bi rêka wê zanînên sexte û xerab bên belav kirin û di heman demê de jî ew ne elwe ye.

Rewşa ewlehî û parastina daneyên kesayetî bû sedemek serekî ji kêmbûna bikarhênerên wê re di van demên dawî de, ji ber vê yekê Kompanîya Open AI guhertin di stratîjîya karê xwe de kir û di roja Duşemê de li ser belavokek xwe belav kir ku wê ChatGPT Enterprise derfetên ewleh û baştir bide bikarhênerên xwe yên karsaz li ser asta Kompanîyan.

Pirsa ewlehîya daneyê ji bo OpenAI-ê bûye pirseke girîng, piştî ku kampanîyên mezin wek Apple, Amazon û Samsung, bikaranîna ChatGPT li ser karmendên xwe qedexe kirin ji tirsa belavkirina daneyên taybet û hestyar li ser tora internetê.

Ev weşana karsazîya ChatGPT gelekî nêzîkî Bing Chat Enterprise ya ji hêla Microsoft ve hatîye çêkirin, ku heman teknolojîya OpenAI bikar tîne.

Ev gav bûye cihê pirsê û hin alî bi vê yekê re ne ku ewê geşepêdanek baş bîne nav bazara karsazîyê, lê hinî din jî bi tirs in li ser ewlehîya daneya ne.

Du lêkolînên ji hêla Navenda Lêkolînê ya Pew ve di roja Duşemê de hatin belavkirin ku di wan de dîyar dibe bê piranîya nerînan - 52% ji Amerîkîyan- di debarî Hişberîya Çêkirî de gumanbar in û ne piştrsatin ji sûda ChatGPT û AI li ser siberoja mirovan.

Jêder : VOA

XS
SM
MD
LG