Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn û Rûsya Pêşnîyara Amerîka ya Agirbesteke Demûdest li Gaza Veto Kir


Pêşnîyara Amerîka ya daxwaza agirbesteke demûdest û domdar jiber vetoya Çîn û Rûsya di Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de derbaz nebû.

Di dengdanê de ku Guyana deng neda, banga agirbesteke demûdest û domdar dihat kirin ku şeş hefteyan bikşîne ku sivîlan biparêze û rê bide gihandina alîkarîyên mirovahî.

Balyoza Amerîka ya li NY Linda Thomas-Greenfield vetoya Rûsya û Çînê rexne kir ku tevî daxwaza piraniya mezin ya civatê biryareke wiha dan.

Hevbenda herî nêzîk ya Îsraîlê, Washington heta niha sê biryarên Civata Ewlekarîyê veto kirine ku banga agirbestê dikirin, lê rêvebirîya Amerîka di demên dawîyê de helwesta xwe ya hember Îsraîlê tund kiriye.

XS
SM
MD
LG