Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Du Herêmên Çîlî Rewşa Awarte Tê Ragihandin


Serokê Çîlî Sebastian Pinera li 72 taxên du herêmên başurê welêt rewşa awarte ragihand, piştî ku alozî û êrîş ji grûpên resen yên Mapuchê zêde dibin.

Ev grûp daxwaza vegerîna axa xwe ya bav û kalan dikin.

Bi ragihandina rewşa awarte roja Sêşemê, azadîya kombûn û çalakîyan kêmtir dibin ku bi vî awayî leşker dikare alîkarîya polîsan bike.

Serok Pinera ji rojnamevanan re got ku “Biryareke hêsan tune ye. Bi ragihandina rewşa awarte ya yaseyî wê pêşiya terorîzm, qaçaxîya tiryakê, û tawanên organîzekirî li wan herêm û bajaran were girtin.”

Piştî ragihandina rewşa awarte, ajokerên kamyonan bendên ku wan li ser rêyan çêkirîbûn bo daxwaza rêyên ewle, hemû rakirin.

Hêjayî gotinê ye ku ew demek e ajokerên kamyonan li herêmên Biobio û La Araucanía rastî êrîşan hatine.

Biryara ragihandina rewşa awarte ya serok wê herî zêde 15 rojan berdewam bike û eger Kongres qebûl bike, ew dikare 15 rojên din jî were dirêj kirin.

XS
SM
MD
LG