Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Divê Brîtanya Rê Bide Huawei ku Tora 5G li Wir Bikar Bîne


Balyozê Çînê bo Brîtanya dibêje divê rê ji kompaniya mezin Huawei re bê dayîn ku li Brîtanya tora pêwendiyên welêt serwext bike da karibe internêta 5G vehewîne.

Ew bang li Brîtanya dike ku fişarên welatên din paşguh bixe.

Balyoz Liu Xiaoming îro Yekşemê di rojnameya Telegraf de nivîsand û got pêwîste desthilatdarên Brîtanî bi awakî serbixwe û li gor berjewendiyên xwe yên niştimanî tevbigerin.

Tê zanîn, Amerîka daxwazê ji hevalbendên xwe dike ku kompaniya Huawei ji tora 5G dûr bixin.

Xema Amerîka ewe ku kompanî dikare deriyekî ji berpirsên ewlekariya Çînê re veke ku xwe bigihînin agahî û jêrxaneyên girîng.

Berpirsên Huawei metirsiyên ewlekariyê red dikin û dibêjin kompaniya wan ti girêdan bi hikûmeta Çînî re nîne û ew karê xwe wek her kompaniyeke cîhanî dike.

XS
SM
MD
LG