Xûşk û birayekî Amerîkî ku ji sala 2018an vir ve Çîn nehiştibûn ku ew vegerin Amerikayê, dawîya hefteyê vegerîyan Amerîkayê. Li gor karbidestekê Amerîkî, azad berdana wan piştî ku Amerîka dozekê li dijî karîgerî bilind ya Huaweiyê bi dawî anî çebûye.
Cynthia û Victor Liu piştî 3 salan zedetir vegerîyan Amerîkayê ku Çin nehişt ew ji vir derkevin. Tewî ku tû iddiayên krîminal li dijî wan tûnebû, ew bi tawana “qedexeya derketin” li vir asê mabûn. Çîn bi demekê ketîbû li dû bavê wan bo cezaya gendelîyê. Bavê wan, Liu Changming, karbidestê berê yê bankayêke bû.
Hejayî gotineyê ku derxistina du Amerîkîyan ji Çînê piştî lihevhatinekê pêk hatîye. Karbidesta Bilind yê Finansî ya Huewei Meng Wanzhou ji Kanada vegerîya Çinê, dema ku dozgerên Amerikî cezayêkê gendelîye li dijî wê betal kirin.
Piştî çend seatan ji lihevhatinê, du Kanadî ku piştî girtina Meng li Çinê hatibûn girtin azad hatin berdan û vegerîyan Kanadayê.
Beijing iddîayên tekîlîya her du girtinan red dike.