Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Îranê Han Dide Danûstandinan ligel Amerîkayê Bike

Medyaya Çînî roja Çarşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di peywendîyeke telefonî de ji Wezîrê Derve Ebas Eraqçî re gotîye ku divê Îran di zûtirîn dem de danûstandinan ligel Amerîkayê bike da ku şer rawestîne.

Yi got, divê tevahîya alîyên şer her derfetekê bo aştîyê bi rîya danûstandinan bikar bîne “ji ber ku diplomasî herdem ji şer çêtir e.”

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Eraqçî ji hevtayê xwe yê Çînî re got ku “Nebûna ewlehîyê" li Kendavê û Tengava Hormuzê ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ye.

Nêzîkî ji 45% ji petrola ku Çîn dikire ji welatên Kendavê tê. Herwiha bazirganîya wê ligel welatên Erebî yên Kendavî salane digihêje 340 milyar dolaran, ku di van sê hefteyên şer de ziyaneke mezin dîtîye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê got ku danustandin di navbera Washington û Tehranê de hene.

XS
SM
MD
LG