Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Radigihîne ku Nîfûsa Wê Hindiktir Bûye


Dîmenek ji Pekînê (16/01/ 2023)
Dîmenek ji Pekînê (16/01/ 2023)

Ajansa AP îro Sêşemê ragihand ku nîfûsa Çînê di deh salên dawî de cara yekê hindiktr bûye.

Sazîya Îstatîstîkî ya Netewî ya Çînê ragihand di dawîya sala 2022'yan de, li gor sala pêştir 850,000 hindiktir kes li welêt hebûn ku nîfûsa Hong Kong û Macao û rûniştvanên bîyanî jî ni di nava vê hejmarê de ne.

Tevî ku karbidestên Çînî niha qebûl dikin ku nîfûsa wê kêmtir bûye, pisporan ji mêjve texmîn dikir ku hejmara Çînîyan hindiktir dibe.

Sazîya Îstatîstîkî ya Netewî ya Çînê dîyar ki ku di sala çûyî de li gor 2021'ê 1 mîlyon hindiktir pitik (bebek) hatine dine û hejmara giştî ya kesên nû ji dayik bûnê 9.56 mîlyon, lê hejmara mirîyan jî 10.41 mîlyon e.

Nîfûsa Çînê 1.4 mîlyar e û ew dewlet ji mêjve welatê herî şenîbar ya cîhanê bû, lê pispor pêşbînî dikin ku Hîndistan wê cîhê Çînê bigire û bibe welatê herî qelebalix ya cîhanê.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG