Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taywan Dibêje Balafirên Şer û Keştiyên Çînî Rahênanên Êrîşan Pêk Tînin


Karbidestên Taywanê got ku firok û keştiyên şer yên Çînî roja Şemiyê êrîşek li ser giravê ceriband, ku beşek e ji tolhildana Pekînê li dijî seredana Seroka encûmena nûneran ya Amerîkî Nancy Pelosi bo Taywanê.

Serdana Pelosi her weha hîşt ku Çîn danûstandinên bi Amerîkayê re li ser mijarên berevanî û guherîna keşûhewayê rawestîne.

Serdana kurt ya Pelosi vê hefteyê bo girava xwebirêvebir, ku Çîn wekî axa xwe dibîne, Pekîn hêrs kir û hîşt ku ew rahênanên leşkerî yên bêhempa li dora Taywanê pêk bîne, di nav de jî avêtina mûşekên balîstî li ser Taipei ya paytext.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken Çîn bi avêtina "gavên bêberpirsiyarî" bi riya rawestandina kanalên pêwendiyan yên sereke yên bi Washingtonê re, tawanbar kir û got ku kiryarên wê yên li Taywanê nîşana guhertineke ji pêşîtiya çareseriya aştiyane ber bi karanîna hêzê ve ye.

Wezareta berevaniyê ya Taywanê got ku gelek keştî û firokeyên Çînî roja Şemiyê erk li Tengava Taywanê pêk anîn, û hinan jî xeta navîn derbas kirin, ku tamponeke nefermî ye û her du aliyan ji hev vediqetîne, di tiştê ku artêşa Taywanê wekî rahênana êrîşekê li giravê binav kir.

Wezaretê paşê got ku Taywanê bi firokên xwe hişyarî da 20 balafirên Çînî, di nav de jî 14yên ku xeta navîn derbas kirin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got, wê 14 keştiyên leşkerî yên Çînî jî dîtin ku li derdora Tengava Taywanê çalakiyan pêk tînin.

Fermandarîya Aliyê Rojhilatî ya Çînê got ku wê li bakur, başûrê rojava û rojhilatê Taywanê rahênanên hevpar ên deryayî û hewayî berdewam kirine. Wê got ku bala wê li ser têstkirina şiyanên sîstemên lêdana bejahî û êrîşa deryayî bû.

Rahênanên Çînî, ku navenda wan li şeş cihan li dora giravê ye, roja Pêncşemê dest pê kir û tê pêşbînîkirin ku roja Yekşemê heta nîvro bidome.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG