Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Mafê Taiwan Tune ku Tev li NY Bibe


Nexşeya Taiwanê.
Nexşeya Taiwanê.

Çîn îro Çarşemê rijdî kir ku mafê Taiwan tune ye tevlî Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, piştî ku Amerîka bang kiribû ku ew girava demokratîk beşdarîyeke mezintir di rêxistina cîhanî de hebe.

Wezîrê Derve yê Amerîka roja Sêşemê di gotarekê de got ku cihê mixabinîyê ye Taiwan li ser asta cîhanî hatîye dûr kirin.

“Li vê dema ku civaka navnetewî ligel hejmareke pirsgirêkên cîhanî yên aloz rûbirû dibe, girîng e hemû alî alîkarîya çareserkirina van probleman bikin. Di nav de, 24 milyon kesên ku li Taiwanê dijîn,” Bliken got.

Wezîrê Derve yê Amerîka herwiha got ku “beşdarîya watedar ya Taiwanê di sîstema NY de ne pirsgirêkeke sîyasî ye, lê yeke pragmatîk e. Jiber wilo em hanê didin hemû welatên endam yên NY ku ligel me piştgirîya beşdarîyeke bihêz û watedar ya Taiwanê li nav hemû sîstema NY û civaka navnetewî bikin.”

Wekî bersîv bo daxuyanîya Bliken, hikûmeta Çînê careke din tekez kir ku cihê Taiwanê li ser asta diplomasîya cîhanî tune ye.

“Mafê Taiwanê tune ye ku tevlî Neteweyên Yekbûyî bibe. Neteweyên Yekbûyî rêxistineke cîhanî jibo welatên serwer e. Taiwan beşek ji Çînê ye,” Ma Xiaoguang, berdevekê Ofîsa Karûbarên Taiwanê li Beijingê, ji rojnamevanan re got.

Hikûmeta Çînê dibêje Taiwan beşek e ji axa Çînê ye û divê rojekê bi fermî tevlî Çînê bibe, bi rîya bikaranîna hêzê jî eger pêwîst be.

Amerîka jî ji mêj ve banga wê yekê dike ku Taiwanê têkeve nav çalakîyên Neteweyên Yekbûyî.

XS
SM
MD
LG